Televîzyonek ji ber weşandina 2 stranên Kurdî tê cezakirin

Komîta Bilind a Televîzyon û Radyoyên Tirkiyeyê ji ber 2 stranên Kurdî ceza da Zarok TVyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Bilind a Televîzyon û Radyoyên Tirkiyeyê ji ber 2 stranên Kurdî ceza da Zarok TVyê.

Her du stranên ku di Zarok TVyê de hatine belav kirin “Gula min Cizîra Botan e” û “Kurdistan Pir Şêrîn e” ne.  Li gor Komîta Bilind a Televîzyon û Radyoyên Tirkiyeyê ev her du stran bangeşeya terorê dikin.

Herwiha ew komîte dibêje,, hebûna Kurdistanê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve nayê naskirin û di van her du stranan de pesnê Kurdistanê jî tê dayîn.

Komîta Bilind a Televîzyon û Radyoyên Tirkiyeyê dê ji ber van hincetan 5 caran weşana Zarok TVyê rawestîne û bi pereyan ceza bike.

 

S. B