Erebên Qamişlo: Hevdîtinên MSD û rêjîmê erênî ne

Desteya Erebî ya Niştimanî tekez dike ku çareseriya krîza Sûriyê dê di navbera Sûriyan bixwe de bin.

 

K24 – Qamişlo

Piştî demekê li ser axaftinên derbarê egera danûstandinan derbarê Rêveberiya Xweser û Rêjîma Sûriyê de, şandek Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) serdana Sama paytexta Sûriyê dike. Desteya Erebî ya Niştimanî tekez dike ku çareseriya krîza Sûriyê dê di navbera Sûriyan bixwe de bin. 

Şandek MSDê bi serpirştiya Hevseroka Desteya Cîbicîkar ya MSD Îlham Ehmed serdana Şama paytexta Sûriyê dike, da ku danûstandinan bi rêjîma Sûriyê bike û rewşa Bakurê Sûriyê gotûbêj bike. Serokê Desteya Erebî ya Niştimanî dide zanîn ku her kes gihîştiye baweriyekê ku divê guftûgoyên li ser krîza Sûriyê di navbera Sûriyan bixwe de bin, nemaze piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirikyê ve. 

Serokê Desteya Erebî ya Niştimanî Mihemed el-Bineyan ji K24ê re got: “Rêxistinên navdewletî, dewletên herêmî û hikûmeta Sûriyê jî gihane baweriyekê ku çareseriya krîza Sûriyê bi riya projeyeke demokratîk, nenavendî û yan jî federaliyeke demokratîk pêk tê. Ez bi bawer im ku ev hevdîtin dê ji bo diyarkirina niyazên pak be ji aliyê her du aliyan ve.”

Hin rojnemevanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi erînî li danûstandinan dinerin, lê dibêjin pêwîst e ku mijarên serEke û xalên giring ji bo Kurdan li ser maseya danûstandinan werin gotûbêjkirin, yek ji wan xalan pêşeroja bajarê Efrînê û misogerkirina mafê Kurdan di Sûriyê de bin. 

Rojnamevan Sêr el-Dîn Yusif dibêje: “Rêveberiya Xweser şaşîtiyeke gelekî mezin dike dema tevgera Kurdî ji vê rêkeftinê dûr dixe. Divê mikuhatineke destûrî bi hebûna miletê Kurd li ser xaka wî hebe.  Heger mikuhatinek destûrî bi mafê miletê Kurd nebe, ew rêkeftin dê gelekî pûç be.”

Ev cara yekemîn e ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi awayekî fermî serdana Şamê dike û li gorî Hevserokê MSDê Riyad Derar ji K24 re ragihandiye, ew şand li ser daxwaza rêjîmê Sûriyê serdana şamê dike. Derar diyar kir jî, ti şert û mercên MSDê ji bo danûstandinan tune ne û bihêvî ne ku bi awayekî serkeftî bi dawî bibin.