Kalin: Bi Amerîka re derfeta başbûnê pêwendiyan heye

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin radigihîne, derfet heye ku pêwendiyên wan û Amerîkayê baştir bibe û pêşvetir biçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin radigihîne, derfet heye ku pêwendiyên wan û Amerîkayê baştir bibe û pêşvetir biçe.

Îbrahîm Kalin di derbarê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de gotarek nivîsand û da zanîn, Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dixwazin pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê baş bin, lê ev yek girêdayî rêzgirtina hevûdu û berjewedniyên hevpar in.

Kalin dibêje, gefên Amerîkayê xizmet ji pêwendiyên wan re nake. Lê dîsa jî heger Amerîka dilgiraniyên Tirkiyeyê yên di derbarê ewlekariyê de têbigihe, ew dikarin pêwendiyên xwe baş bikin û pêşvetir bibin.

Berî du rojan berpirsên Amerîkayê ji ber azadnekirina keşeyê wan Andrew Brunson ji aliyê dadgehên Tirkiyeyê ve, gefa dorpêçkirinê li Tirkiyeyê xwaribûn.

Trump di Twittera xwe de nivîsî: Pêwîst e Tirkiye di zûtirîn dem de keşe Andrew Brunson azad bike, heger na jî, siza li ser Tirkiyê tên sepandin.

 

S. B