MSD û hikûmeta Sûriyê li ser çend xalan lihev kirine

Maclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê çûna şanda wê bo Şamê û hevdîtinên wê bi berpirsên hikûmeta Sûriyê de daxuyaniyek belav kir û da zanî, li ser çend xalan rêkeftin çê bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Maclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê çûna şanda wê bo Şamê û hevdîtinên wê bi berpirsên hikûmeta Sûriyê de daxuyaniyek belav kir û da zanî, li ser çend xalan rêkeftin çê bûye.

Di daxuyaniya MSDê de hatiye, şanda MSDê li ser vexwandina hikûmeta Sûriyê çûye Şamê û armanca çûna şandê ew e, ligel hikûmeta Sûriyê hemû pirsgirêkan di hemû waran de çareser bike.

Diyar kir jî, berî demekê li bajarê Tebqayê hin civîn pêk hatibûn û tê de karûbarên xizmetguzariyê hatin gotûbêjkirin.

Aşkere kir jî, di civînan de hin biryar hatin standin, wek avakirina komêteyan li ser hemû astan bo pêşvebirina danûstandinan, danîna sînorekê ji tundî û şer re û nexşerêyekê ji bo Sûriyayeke demokrat nenavendî.

Di 26 vê mehê de şandeke MSDê bi serpirştiya Hevseroka Desteya Cîbicîkar ya MSDê Îlham Ehmed ji bo pêkanîna  danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re û gotûbêjkirina rewşa Bakurê Sûriyê serdana Şamê paytexta Sûriyê kir.

 

S. B