Şandeke Herêmê ji bo vekirina riya Hewlêr-Kerkûk serdana Bexdayê dike
Ebdilxaliq Tel'et: Pirsên teknîkî yên vekirina wê riyê bidawî hatine û derbarê pirsên emnî emê li gel Iraqê gotûbêjan bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebirê polîsê Hewlêr û endamê şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê (Ebdilxaliq Tel'et) ragihand, ku îro şandeke Herêma Kurdistanê bi mebesta encamdana gotûbêjan ji bo vekirina riya di nav Hewlêr û Kerkûkê de, serdana Bexdayê dike.
Ebdilxaliq Tel'et diyar kir, ku ew bihêvî ne karibin li gel aliyên Iraqî, li ser vekirina wê riyê lihev bikin û got: Pirsên teknîkî yên vekirina wê riyê bidawî hatine û derbarê pirsên emnî emê li gel Iraqê gotûbêjan bikin.
Bi sedema bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, riya sereke di nav Hewlêr û Kerkûkê de hat girtin û welatî bi neçarî hin riyên din bikartînin daku serdana Kerkûkê bikin.
N.O