Koçberên Xûtayê malên Efrîniyan dagîr dikin û rûxandina rêjîma Sûriyê dixwazin
Piştî rêkeftinekê di navbera Encûmena Sivîl a Mabeta û koçberên Xûtayê de ku hemû malên Kurdên Efrînê ji xelkê wê yê resen re vegerînin, koçberên Xûtayê ew rêkeftin binpê kirin û derketin xwepêşandan jî kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî rêkeftinekê di navbera Encûmena Sivîl a Mabeta û koçberên Xûtayê de ku hemû malên Kurdên Efrînê ji xelkê wê yê resen re vegerînin, koçberên Xûtayê ew rêkeftin binpê kirin û derketin xwepêşandan jî kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê berî 3 rojan belav kiribû, Encûmena Sivîl a Mabeta û koçberên Xûtayê yên hatine wî bajarokî gihîştin biryarekê ku di heyama 3 rojan de ji 56 malên xelkê Mabeta derkevin û wan ji xwediyên wan yên resen re vegerînin.
Wê rêxistinê da zanîn jî, ji bo cibicîkirina wê biryarê komîtek ji endamekî encûmenê û kesekî ji koçberên Xûtayê hat avakirin, Lê piştî wê yekê, koçebran red kirin ku ji malên welatiyên Mabata derkevin û bi ser de jî gef li wê komîtê xwarin, ta ku wê biryarê rawestîne.
Piştî wê gefxwarinê, çekdarên Cebhe el-Şamiyê endamê encûmena Mabeta yê bi navê Arif Mihemd Elî û kurê wî Ciwan, girtin û eşkence kirin û piştî demekê ew her du jî azad kirin.
Li gor zanyariyên K24ê, Piştî wê biryarê û bûyera eşkencedana endamê Encûmena Sivîl a Mabeta, koçberên Xûtayê li dijî wê encûmenê û biryara ku bixwe li ser erê kirine, derketin xwepêşandan kirin û di nav xwepêşandanên de, tekezî li ser rûxandina rêjîma Sûriyê kirin û bi pankartan daxwaz kirin ku li navçeyên xwe yên berê vegerin.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona ve, di roja 18ê Adara bûrî de, çekdaran beşek ji koçberên Xûtaya Şamê anîn Efrînê û li malên Kurdên Efrînê yên ji encama êrîşê derbider bûne biçih kirin û heya niha jî ew pirose berdewam e.
Dema derbiderên Efrînê vedigerin malên xwe û daxwaza mala xwe ji koçberan dikin, car caran koçberên Xûtayê wan malan vala nakin û pişta xwe bi grûpên çekdar xurt dikin.
Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.

S. B