Artêşa Tirkiyê li Minbîcê dewriyeya 21emîn kir
Artêşa Tirkiyê û hêmanên hêzên Amerîkayê li xeta di navbera qada Herekata Mertala Firatê û Minbîcê de peywira dewriyeyê ya bikordîne ya 21emîn kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û hêmanên hêzên Amerîkayê li xeta di navbera qada Herekata Mertala Firatê û Minbîcê de peywira dewriyeyê ya bikordîne ya 21emîn kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn Artêşa Tirkiyê û Hêzên Amerîkayê li xeta di navbera qada Herekata Mertala Firatê û Minbîcê de peywira dewriyeyê ya bikordîne/serbixwe ya 21emîn kirin.
Di meha derbasbûyî de û Amerîka û Tirkiyê derbarê pêşeroja Minbicê de li ser nexşerêyekê lihev kiribûn. Piştî wê lehvkirinê, YPGê ragihand ku ewê rawêjkarên xwe yên serbazî ji wî bajarî bikişîne.
Daneya yekem ji şêwirmendên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Mijdara 2016an de ji Minbicê derketibû, daneya duyem jî piştî ragihandina nexşerêya Washington û Enqerê derketibû.
Li gor zanyariyan, şandeke leşkerî ya mazin ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê berî demekê serdana Minbicê kiribû û gerentiyên devkî dabû, ku wî bajarî bi dest Tirkiye û mîlîşyayên çekdar ve bernadin.
S. B