Pirsgirêka riya Hewlêr – Kerkûkê diçe Bexdayê

Bo çareserkirina pirsgirêka riya Hewlêr-Kerkûkê, şandeka Herêma Kurdistanê çû Bexdayê û biryar e îro bi berpirsên Iraqê re bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo çareserkirina pirsgirêka riya Hewlêr-Kerkûkê, şandeka Herêma Kurdistanê çû Bexdayê û biryar e îro bi berpirsên Iraqê re bicive.

Berî çûna Bexdayê, Berpirsê polîsê Hewlêrê û endamê şanda Kurdistanê Ebdulxaliq Telet li ser bernameya şandê ji K24 re got, şanda Kurdistanê bi armanca guftûgokirina der bare vekirina riya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de bi berpirsên Iraqê re dicive.

Got jî, pirsên teknîkî yên vekirina riyê bidawî bûne û derbarê pirsên ewlehiyê de bi berpirsên Iraqî re guftûgoyê dikin. Hêvîdar in li ser vekirina wê rêyê lihev bikin.

Piştî rûdanên 16 Cotmeha par, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî xwastin êrişî Hewlêrê bikin lê hêzên Pêşmerge pira navbera Kerkûk û Hewlêrê, ku dikeve nahiya Pirdê, teqandin. Ji wê demê ve hatin û çûn di wê rêyê de hatiye sekinandin. Niha li aliyekî pirê hêzên Pêşmerge û li aliyê din jî hêzên Iraqî bicîh bûne.

 

S. B