Nêçîrvan Barzanî bersiva welatiyekî Helebce dide
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li rûpela xwe ya fermî li tûra civakî “Facebook” vîdyoyekê belav dike û tê de bersiva pirseke xortekî bajarê Helebce dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li rûpela xwe ya fermî li tûra civakî “Facebook” vîdyoyekê belav dike û tê de bersiva pirseke xortekî bajarê Helebce dide.
Li gor girtvîdyoyê, navê xortê Helebceyî Tiwana ye û pirsa derbarê wê yekê de ye, çima Serokê Hikûmetê sedana Helebceyê nake.
Di bersivê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Kak Tiwane, ez berê hatibûm Helebceyê, Helebce sembola berxwedana miletê me ye. Her dem min gotiye birîna Helebce ne tenê bo xelkê wê ye, belkû birîna hemû xelkê Kurdistanê ye. Bi dilniyayî tême Helebe û cihê şanaziyê ye wî bajarî bibînim û ligel xelkê wî bajarî kom bibim, bi dilniyayî jî wê yekê jî dikim.”
S. B