Hewlêr û Bexda li ser vekirina riya Kerkûkê lihev kirin
Di zûtirîn dem de, wê dest bi avakirina pireke demkî li devera Pirdê bê kirin û xaleke gumrikê, wê li ser wê riyê bê danîn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyeke hevbeş de, şanda Herêma Kurdistanê û şanda Hikûmeta Iraqê ragihandin, ku herdu alî li ser vekirina riya Kerkûkê lihev kirine û şandeke hevbeş wê serdana pira herifandî ya bajarokê Pirdê bike.
Ji aliyê xwe ve, Dîwana Encûmena Wezîran a Iraqê, di daxuyaniyekê de ragihand, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser vekirina riya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de lihev kirin û di zûtirîn dem de, wê dest bi avakirina pireke demkî li devera Pirdê bê kirin û xaleke gumrikê, wê li ser wê riyê bê danîn.
Duh şandeke Herêma Kurdistanê, bi mebesta gotûbêjkirina pirsa vekirina riya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de, serdana Bexdayê kiribû û li gel berpirsên ewlehî û serbazî civiyabû.
N.O