Çiyayekî din yê Mabata hat şewitandin
Berî niha jî agir bi daristanên navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê ket û heya demeke dirêj, ew agir nehat vemirandin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Çiyayên Xastiya li navçeya Mabeta li derdora gundê Hec Hesna hat şewitandin
Berî niha jî agir bi daristanên navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê ket û heya demeke dirêj, ew agir nehat vemirandin.
Di roja 23ê vê mehê de, Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand, ku li gundê Mersawa yê navçeyan Bilbilê agir bi zeviyekî darên zeytûnan ket û bêtirî hezar û 200 darên wî zevî şewitîn û li gundê Bêla yê navçeya Bilbilê agir bi daristanan ket û gihişt nava gund, lê berî ku ji bin kontrolê derkeve, ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin.
Hin jêderên nav Efrînê ji K24ê re gotin, bi bihaneya ku şervanên YPGê li nav daristanên Efrînê xwe vedişêrin, artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar bi qest agir bi wan dar û daristanan dixin û tevî ku ewqas agir bi dar û daristanên Efrînê dikevin, lê artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ti carî bizava vemirandina wan agiran nakin.
N.O