Bi hezaran welatî ji Idlibê derdikevin

Bi destpêkirina topbarankirina gundewarê rojavayê Idlibê re, bi hezaran welatiyên parêzgeha Idlibê ji wê parêzgehê derdikevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi destpêkirina topbarankirina gundewarê rojavayê Idlibê re, bi hezaran welatiyên parêzgeha Idlibê ji wê parêzgehê derdikevin.

Li gor Navenda Pêşwazîkirin û Vehewandina Koçberan a ku Rûsyê li Sûriyê damezrandiye, bi serperiştiya hêzên Rûsî bi hezaran xelkê parêzgeha Idlibê di riya bajarokê Ebû Dihor re derdikevin.

Ev yek di demekê de ye, berî çend rojan, serokê Sûryê Beşar Esed ragihand, ku piştî serketina wan li Der'ayê, ewê berê xwe bidin parêzgeha Idlibê û wê jî kontrol bikin.

Herwiha duhî jî, artêşa Sûriyê ji aliyê Çiyayê Kurdan ve, bi çekên giran gundewarê rojavayê Idlibê bigiranî topbaran kir kir.

Bo rûbirûnûna operasyona artêşa Sûriyê li ser parêzgeha Idlibê, ketîbeyên opozisyona Sûriyê artêşeke nû ji 75 hezar çekdarên Cebhet Tehrîr Sûrya, Desteya Tehrîr El-Şam, El-Cebhe El-Weteniye, Ceyş El-Islam û Ceyş Tehrîr ava kiriye.

 

S. B