Tirkiye devera Metîna ya Duhokê bombebaran dike
Firokeyên şer ên Tirkiyê bingehên PKKyê yên li Herêma Metînayê ya Dihokê bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Tirkiyê bingehên PKKyê yên li Herêma Metînayê ya Dihokê bombebaran kir.
Serokerkaniya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, hêzên wan ên esmanî li dijî bingehên PKKê yên li Herêma Metînayê operasyoneke esmanî bi rê ve birin.
Serokerkaniya Tirkiyê diyar kir, di encamê de 10 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Lê PKK heta niha di derbarê vê operasyonê de ti daxuyanî nedaye.
Ji Buhara îsal ve, artêşa Tirkiye hem bê riya êrişên esmanî hem jî bejahî li nav Başûrê Kurdistanê de dest bi operasyonên mezin li dijî hêzên PKKê kiriye û operayon heta niha jî didomin.
S. B