Hikûmeta Iraqê: Daxwaza herêmkirina Besra negihiştiye me

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê: Ti pirsgirêk li cem Hikûmeta Iraqê tine ye, derbarê bicîkirina wan daxwaz û pirojeyên, ku dijatiya destûra Iraqê nakin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê (Se'ed Hedîsî) ragihand, ti pirsgirêk li cem Hikûmeta Iraqê tine ye, derbarê bicîkirina wan daxwaz û pirojeyên, ku dijatiya destûra Iraqê nakin.

Se'ed Hedîsî diyar kir, ku heya niha ti daxwaz ji bo herêmkirina parêzgeha Besra negihiştiye ber destê Hikûmetê û got: Heger daxwazeke wiha ji me re bê, wê encûmena wezîran gotûbêjan li ser bike û bixe ber dengdanê de.

Li aliyekî din, hêzên Iraqî, tank û çekên giran li dijî xwepêşander û girevgirtiyên Besrayê bikar tînin.

Di girte vîdyoyekê de, girevgirtiyên bajarê Besra daxwazê ji fermandeya operasyonên wê parêzgehê dikin, rê nede hêzên ewlehiyê ku çekên giran û tankan li dijî xwepêşanderan bikar bînin.

Herwiha di girte vîdyoyê de, yek ji girevgirtiyan dibêje, tank û çekên giran ji bo parastina welatiyan in, ne terorkirina wan û daxwaz ji fermandeya operasyonên Besrayê kir, rê nede hêzên serbazî, ku xwepêşandanan bidawî bînin, ji ber ku xwepêşandan ji mafê welatyan e.

N.O