MSD daxwazê ji aliyên siyasî dike ku tevlî danûstendinan bi rêjîmê re bibin
Şanda MSDê li ser pirsên xizmetkarî û hunerî li gel rêjîmê lihev kiriye û bi gotina MSDê: Ev destpêkeke baş e
K24 - Navenda Nûçeyan
Meclisa Sûrya Demokrat (MSD) di daxuyaniyekê de, daxwazê ji hemû aliyên siyasî dike, ku tevlî danûstendinên bi rêjîma Sûryê re bibin.
MSD di daxuyaniya xwe de, encamên civînên xwe bi rêjîma Sûryê re eşkere kir, ku bi beşdariya hevseroka berê ya MSDê Ilham Ehmed birêve çûbûn.
Li gorî daxuyaniyê, şanda MSDê li ser pirsên xizmetkarî û hunerî li gel rêjîmê lihev kiriye û bi gotina MSDê: Ev destpêkeke baş e û nîşana niyet pakiyê ye ji herdu aliyan re, heya ku lihevkirineke siyasî ji bo tevahiya Sûryê re bibînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, ku MSD ji hemû aliyên siyasî dixwaze ku tevlî wan danûstendinan bibin, ji bo Sûryayeke nenavendî û demokrat ava bikin.
N.O