Du perlemanter ji HDPê cuda dibin û tevlî Partiya Karkirên Tirkiyê dibin
Di medya Tirkiyê de hatiye belavkirin, ko herdu perlemanterên HDPê (Erkan Baş) û (Bariş Atay) wê ji HDPê cuda bibin û tevlî Partiya Karkirên Tirkiyê bibin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di medya Tirkiyê de hatiye belavkirin, ko herdu perlemanterên HDPê (Erkan Baş) û (Bariş Atay) wê ji HDPê cuda bibin û tevlî Partiya Karkirên Tirkiyê bibin.
HDP berî hilbijartinên 24ê Hizîranê, li gel rêxistinên çepgir ên Tirkiyê hevpeymanî kiribû û Erkan Baş û Bariş Atay ko damezirênerên Partiya Karkirên Tirkiyê ne, ji lîsteya HDPê wekî perlemanter hatin hilbijartin.
Bi vî awayî partiyek din jî li Perlemana Tirkiyê zêde dibe û hejmara partiyên ku endamên wan di Perlemana Tirkiyê de hene, dibie 9 partî.
N.O