Şandeke opozisyona Sûryê serdana ofîsa K24ê kir
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, şandeke Opozisyona Sûryê serdana ofîsa Kurdistan24ê kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, şandeke Opozisyona Sûryê serdana ofîsa Kurdistan24ê kir.
Şanda opozisyonê ji, cîgirê serokê Hevpeymana Opozisyona Sûryê Ebdilbasit Hemo, endamên Desteya Siyasî ya Opozisyonê Ehmed Remedan, Ebdilmecîd Berekat, Yehya Mektebî pêk dihat.
Di serdanê de, şandeyê sipasiya Kurdistan24ê kir û ragihand ku Kurdistan24 herdem bi awayekî bêalî û jinêzîk ve, bûyerên li Sûryê diqewimin dişopîne û karekî medyayî serkevtî birêve dibe.
Herwiha şandeyê ragihand, ku li gel dewletên rojavayî û yên cîran bandora Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî di çareseriya pirsgirêkên Sûryê de gellek bihêz e.
Şandeyê behsa giringiya ragihandina serbixwe û bêalî ya wek Kurdistan24ê kir û xwest ji îro û pêve pêwendiyên xwe li gel hevd bihêztir bikin.
N.O