Almanya: Divê welatên Balkanê bibin endamên Yekîtiya Ewropa

Wezîrê derve yê Almanya: Heger Yekîtiya Ewropa welatên Balkanê tevlî yekîtiya xwe neke, wê Rûsya û Çîn hejmûna xwe li ser wan welatan zêdetir bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Almanya (Heiko Maas) ragihand ku heger Yekîtiya Ewropa welatên Balkanê tevlî yekîtiya xwe neke, wê Rûsya û Çîn hejmûna xwe li ser wan welatan zêdetir bikin.

Heiko Mass hişyarî da û daxwaz kir, ku welatên Ewropa bicidî kar li ser wê yekê bikin û bi gotina wî: Karekî wisa di berjewendiya stiratejî ya Yekîtiya Ewropa de ye.

Herwiha Mass got: Ez piştrast im ku xelkê welatên Balkanê dixwazin wek xelkên Ewropa bijîn û naxwazin wek xelkên Rûsya û Çînê bijîn.

Navhatî got jî: Encûmena Yekîtiya Ewropa, biryarek derxistiye û dixwaze welatên Balkanê tevlî xwe bike.

N.O