MSD: Em navçeyên xwe radestî rêjîmê nakin

Ilham Ehmed: Em ti navçeyên di destê xwe de, radestî rêjîma Sûryê nakin û guhertinan di sîstema rêveberiya xwe de jî nakin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Seroka Desteya Bicîkar a Civata Sûrya Demokrat (MSD) ragihand, ku ew ti navçeyên di destê xwe de, radestî rêjîma Sûryê nakin û guhertinan di sîstema rêveberiya xwe de jî nakin.

Ilham Ehmed di hevdîtinekê de li gel medya nêzîkî HSDê de ragihand, ku civînên wan bi Hikûmeta Sûryê re baş bû, lê ew nikarin tevahiya hêviyên xwe bi wan civînan re girê din, yan bêjin ku tevahiya pirsgirêkan wê çare bibin.

Ehmed derbarê wan nûçeyên dibêjin, ku HSDê wê navçeyên di destê xwe de radestî rêjîmê bike got: Ew nûçe ne rast in û piştî gotûbêjên me bi Hikûmetê re, me ti navçe radest nekiriye û ne jî sîstema rêveberiya xwe guhertiye.

Navhatî got jî: Encamên piraktîkî wê destnîşan bikin, ka wê danûstandinên me bi Hikûmetê re berdewam bin yan wê bên rawestandin.

N.O