Amerîka jî merc li pêşiya danûstendinan Ii gel Îranê danî

Pompeo: Heger Îran rêketineke etomî nû qebûl bike û serederiya xwe bi gelên Îranê re baş bike û reftarên têkderane bidawî bîne, wê demê Amerîka amade ye danûstendinan bi wê re bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku serokê Amerîka ragihand, ew amade ye bê merc danûstendinan li gel Îranê bike û di bersiva xwe de, şêwirmendê Serokê Îranê ragihand, ku ew bê merc danûstendinan li gel Amerîka nakin. Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ku ew jî bê merc danûstendinan li gel Îranê nakin û got: Heger Îran rêketineke etomî nû qebûl bike û serederiya xwe bi gelên Îranê re baş bike, wê demê Amerîka amade ye danûstendinan bi wê re bike.

Mike Pompeo ji Kenala CBSN a Amerîkî re ragihand, tenê di yek rewşê de serokê Amerîka amade ye li gel Îraniyan bicive, ew jî heger Hikûmeta wî welatî serederiya xwe bi gelê xwe re baş bike û reftarên xwe yên têkderane bidawî bîne û rêketineke etomî nû îmze bike.

Îro şêwirmendê Serokê Îranê li ser Twitter a xwe ragihand, ku divê Amerîka rêzê li gelê mezin ê Îranê bigire, karên dijminkarî kêm bike û li rêketina etomî vegere, piştre wê Taran qebûl bike danûstendinan bi Washingtonê re bike.

N.O