Kunsulê Birîtanya li Hewlêrê reforma nav hêzên Pêşmerge eşkere dike
Kunsulê Birîtanya: Di dawiya sala 2015an de, Serok Barzanî ji Hikûmeta Birîtaniya xwest, ku bernameyekî taybet diyarî bike ji bo encamdana çaksaziyê di nav Wezareta Pêşmerge de.
K24 - Navenda Nûçeyan
Kunsulê Birîtanya li Herêma Kurdistanê, di merasîmeke taybet de bi xelatkirina wan efserên Pêşmerge, ku beşdarî di bernameyeke taybet bi çaksaziyê di wezareta Pêşmerge de kirine, ragihand, ku Birîtanya û welatên din ên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, ji sala 2015an ve, li ser daxwaza Serok Barzanî, bernameyek taybet diyar kir, ji bo encamdana çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de. Eşkere jî kir, ku piroseya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de gavên baş avêtiye.
Herwiha Martin War got jî: Di dawiya sala 2015an de, Serok Barzanî ji Hikûmeta Birîtaniya xwest, ku bernameyekî taybet diyarî bike ji bo encamdana çaksaziyê di nav Wezareta Pêşmerge de, salekê piştî wê daxwazê, stiratîjiyek hat danîn ji bo destnîşankirina wan pêkhateyên ku pêwîstiya wan bi reformê heye, ji sala 2017an ve jî, pilaneke bihêz li ser çawaniya encamdana çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de hat danîn. Ji wê demê ve rêveberiya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de hat damezirandin û niha pêşeveçûneke baş di piroseya çaksaziyê de hatiye kirin.
Navhatî got jî: Hemû nîşan ji me re dibêjin, ku pêwîst e Pêşmerge pirofîşnaltir û yekgirtî bin û hemû pêdiviyên wan liber dest bin, heya ku ku karîna wan ya temam hebe, ji bo rûbirûbûna her gefek emnî ku rastî wan bê.
N.O