NATO rewşa Minbic li gel Tirkiyê gotûbêj dike
Biryar e îro fermandarê bilind ê Ewropayê di NATOyê de, bigihêje Enqera paytexta Tirkiyê û li gel berpirsên pile bilind ên serbazî yên Tirkiyê rewşa Tirkiyê û Minbicê gotûbêj bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Biryar e îro fermandarê bilind ê Ewropayê di NATOyê de, bigihêje Enqera paytexta Tirkiyê û li gel berpirsên pile bilind ên serbazî yên Tirkiyê rewşa Tirkiyê gotûbêj bike.
Biryar e di wê serdanê de, ceneral Kortes Skaperot li gel fermandarên pile bilind ên Artêşa Tirkiyê bicive û nexşerêya Minbicê gotûbêj bikin, ku berî niha herdu wezîrên derve yên Tirkiyê û Amerîka li ser wê birê ketibûn.
Li gorî agahiyan, beşekî ji wê nexşerêyê, behsa vekişandina YPGê ji Minbicê kiriye, herwiha behsa aramkirina navçeyên sînorî yên di navbera Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê de kiriye.
N.O