Îran ji sînorê Israîl tê dûrxistin
Rûsya: Rêketin heye ji bo ku hêzên Hikûmeta Sûryê li ser sînorên Sûryê belav bibin û karê parastina ewlehiya sînorên bi Israîlê re bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Balyozê Rûsya li Tel Eviv paytexta Israîlê (Anatoli Viktorov) ji Israîlê re piştrast kir, ku ji bilî hêzên Artêşa Sûrya, ti hêzeke biyanî bi taybet jî Îran, li ser sînorên Israîlê namîne.
Balyozê Rûsî ji kenala 10ê ya televizyona Israîlî re got: Rêketin heye ji bo ku hêzên Hikûmeta Sûryê li ser sînorên Sûryê belav bibin û karê parastina ewlehiya sînorên bi Israîlê re bikin.
Berî niha jî, sê caran di heyama vê salê de, serokwezîrê Israîlê serdana Rûsya kir û ji serokê wî welatî xwest ku hêzên Îranî ji Sûryê derxîne, lê Vladimir Putin diyar kir, ku ewê hêzên ser bi Îranê ve 70 kîlometran dûrî sînorê Israîl bixînin, piştre ew dûrî kir 100 kîlometir, lê Hikûmeta Israîlî red kir û got: Divê hêzên ser bi Îranê ve ji Sûryê gişî derkevin
N.O