Konsolê Amerîka: Çaksaziya hevpeymanan Pêşmerge dike hêzeke bikarîntir

Serkonsolê Amerîka yê nû li Hewlêrê Steven Fagin ragihand, pêwîst e hêzên Pêşmerge bibin yek, ta bibe hêzeke xwedî karînên zêdetir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkonsolê Amerîka yê nû li Hewlêrê Steven Fagin ragihand, pêwîst e hêzên Pêşmerge bibin yek, ta bibe hêzeke xwedî karînên zêdetir.

Serkonsolê Amerîka yê nû li Hewlêrê Steven Fagin îro di merasîma bexşîna bawernameyan ji 100 Pêşmergeyî re, ji aliyê hevpeymanan ve ragihand, ew proseya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê gelekî girîng e û pêwîst e hêza Pêşmerge bibe yek, ta bikarîntir bibe.

Got jî: “Dixwazim bibêjim ku ev prose gaveke girîng e ji Herêma Kurdistanê re. Em piştgîriya temam jê re dikin, lê ligel wê jî dibêjim ku demeke dirêj ji wê proseyê re divê, ji ber ku ew bernameyeke fereh e. Girîng e hêza Pêşmerge yekgirtî be, ev bername jî Pêşmerge dike hêzeke bikarîntir.”

Nêzîkî du hefteyan e Serkonsolê Amerîka yê nû li Hewlêrê Steven Fagin dest bi karê xwe kiriye, malpera “Al-Monitor” li ser guhartina Serkonsolê Amerîka yê li Hewlêrê Steven Fagin li cihê Ken Cross nivîsî, hewleke Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ye, jib bo kêmkirina hejmûna Îranê li Iraqê.

Her di wê derbarê de Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî îro got: “Me di Wezareta Pêşmerge de dest proseya çaksaziyê kiriye û ta niha 14 lîwayên Pêşmerge ji yekîneyên 70 û 80 tevlî hev bûne û bûne yek.”

 

S. B