Beşar Caferî: Civînên MSD û hikûmetê niştimanî bûn

Wek yekem daxuyaniya fermî ya hikûmeta Sûriyê, Serokê Şanda hikûmeta Sûriyê bo danûstandinên Astanayê Beşar Ceferî ragihand, Hevdîtinên MSD û hikûmeta Sûriyê berfereh û niştimanî bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wek yekem daxuyaniya fermî ya hikûmeta Sûriyê, Serokê Şanda hikûmeta Sûriyê bo danûstandinên Astanayê Beşar Ceferî ragihand, Hevdîtinên MSD û hikûmeta Sûriyê berfereh û niştimanî bûn.

Serokê Şanda Hikûmeta Sûriyê bo danûstandinên Astanayê de Beşar Caferî li bajarê Sochi yê Rûsyayê li ser hevdîtinên di navbera şanda MSD û hikûmeta Sûriyê de ji K24ê re ragihand, Hevdîtina MSD û hikûmetê danûstandinên berfereh û niştimanî bûn û hin bingeh bicih kirin ku dê werin pêkanîn û maf û erkên hemûyan diparêze. Sûriyên Kurd wek Sûriyên din wekhev in çi di maf û erkan de.

Roja 26ê vê mehê şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi serokatiya Seroka Desteya Cibicîkar a MSD Îlham Ehemd e û endametiya Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan û 3 berpirsên din ên Bakurê Sûriyê serdana Şamê kiribûn.

   

 

S. B

Fly Erbil Advertisment