Ebadî: Mercên Kurdan ne zehmet in
Ebadî: Pêwendiyên me li gel Herêma Kurdistanê bingehîn û bihêz in û em dixwazin li gel Herêma Kurdistan di dîtina çareyê de ji kêşeyan re beşdar bin .
K24 - Navenda Nûçeyan
Derbarê civîna wî li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî), serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku pêwendiyên wan li gel Herêma Kurdistanê bingehîn û bihêz in û got: Em dixwazin li gel Herêma Kurdistan di dîtina çareyê de ji kêşeyan re beşdar bin.
Derbarê helwesta Kurdan ji bo pêkanîna Hikûmetê Ebadî got: Ti mercên zehmet ji bo pêkanîna Hikûmetê li cem Kurdan tine ye.
Herwiha Ebadî tekez kir, ku divê pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bibin û bên pêşxistin û got: Iraq ji hemûyan re ye, Kurd, Ereb, Tirkuman, em rijd in ku em vî hestî kûrtir bikin, kêşe di tevahiya sîstemê de heye û em dixwazin li gel Herêma Kurdistanê, beşdariyê di çareseriyê kirinê de bikin, ciddiyet ji aliyê Kurdan ve ji bo pêkanîna Hikûmetê û berdewamîdana piroseya siyasî heye û ti daxwazek zehmet li cem wan tine ye.
N.O