Ji destpêkê îsal ve milyonek kes li Sûryê meşext bûye

Netewên Yekgirtî ragihand, ku ji destpêka îsal ve û heya niha, bi sedema operasyonên Hikûmeta Sûryê, milyonek kes di nav Sûryê de meşext bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî ragihand, ku ji destpêka îsal ve û heya niha, bi sedema operasyonên Hikûmeta Sûryê, milyonek kes di nav Sûryê de meşext bûye.

Cîgira peyvdarê fermî yê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî (Ery Kanku) di kongirekî rojnemevanî de ragihand, ku bi sedema şer û êrîşên berdewam ên Hikûmeta Sûryê li ser dever û navçeyên di bin destê ketîbeyên opozisyonê û çekdarên DAIŞê de, ji destpêka îsal ve û heya niha bêtirî milyonek kes di nav Sûryê de meşext bûne.

Ery Kanku diyar kir, ku Netewên Yekgirtî li beramberî vê rewşê, hest bi dilgiraniyeke mezin dike, ji ber ku bi awayekî rojane, bi hezaran kes ji malên xwe direvin û meşext dibin.

Kanku zelal kir, ku mezintirîn pêla meşextbûnê ji destpêka îsal ve, ya bajarê Idlibê bû, ji ber ku êrîşên rêjîma Sûryê li ser wî bajarî hiştin ku nêzîkî 400 hezar kes meşext bibe.

N.O