Grûpên çekdaran 9 kesan ji gundekî Efrînê direvînin

Grûpên çekdarê ên bi ser Tirkiyê ve, di girtin û revandina welatiyên Efrînê de berdewam in û îro gundekî Efrînê 9 welatiyên Kurd girtin û di nav wan de jinek jî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdarê ên bi ser Tirkiyê ve, di girtin û revandina welatiyên Efrînê de berdewam in û îro gundekî Efrînê 9 welatiyên Kurd girtin û di nav wan de jinek jî heye.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24 re ragihand, çekdarên opozîsiyona Sûriyê avêtin ser gundê Dumilya yê navçeya Mabeta û jina bi navê Fatme Fexrî û gundiyên bi navê Fexrî Qadêr, Newaf Elo, Avdar Rifeit, Seydo Sulêman, Cîger Hisên, Ehmed Hemo, Mihemed Elî Hêcî, Elî yê 65 salî girtin û berên wan dan cihekî nediyar.

Duh jî, grûpên çekdar li gundê Bedîna ku li teniştî gundê Dumilya ye û lê ser bi navçeya Raco ve ye 10 welatiyên Kurd girtibûn.

Ev girtina welatiyên Efrînê di demekê de, duh Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raportek teybet bi binpêkirinên grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê de belav kiribû.

Amnesty di raporta xwe de got, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li hember wergirtina pereyan ji welatiyên Efrînê wan direvînin û eşkence didin. Herwiha got jî, Tirkiye di ber parastina jiyana xelkê de berpirs e.

 

S. B