Rûsya: Girûpên çekdar li Heleb û Hema û Laziqiyê hêzê kom dikin

Wezareta berevaniya Rûsya ragihand, ku girûpên çekdar li bakurê Hema û Laziqiyê û başûrê rojavayê Helebê, hêzên xwe kom dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsya ragihand, ku girûpên çekdar li bakurê Hema û Laziqiyê û başûrê rojavayê Helebê, hêzên xwe kom dikin.

Li gorî zanyariyên wezareta berevaniya Rûsya, her yek ji Heyet Tehrîr El-Şam û milîsên din li bakurê Laziqiyê û Hema û başûrê rojavayê Helebê, dest bi bordûmankirina navçeyên niştecîbûna welatiyan kirine.

Serokê Navenda Rûsî ji bo Lihevanînê li Sûryê (Alexi Sigankov) ragihand, ku pêwîst e ew girûpên nerewa, dev ji kiryarên îstifzazî berdin û got: pêwîst e ewana berê xwe bidin çareya aştiyane û tevlî gotûbêjan bibin.

Alexi Sigankov diyar kir, ku ew girûpana li navçeyên nîv aram ên Idlibê, berdewam yasayan û agirbestê binpê dikin.

Jêder: RT

N.O