Kurdên Sovyêtê konferansa yekîtiyê girê didin
Biryar e îro li Moskoyê Konferansa Yekîtiya Federisyona Komelên Kurdên Sovyêta berê dest pê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro li Moskoyê Konferansa Yekîtiya Federisyona Komelên Kurdên Sovyêta berê dest pê bike.
Serokê Federisyona Komelên Kurdî li welatên Sovyêta berê Konyaz Îbrahîm ji K24ê re ragihand, di konferasê de nûner û kesayetiyên diyar ên Kurd ên welatên Sovyêta berê û beşek welatên Ewrop û her çar perçeyên Kurdistanê beşdar dibin.
Got jî: “Di wê konferansê de li ser yekgirtina tevahiya rêxistinên Kurdî li welatên Sovyêta berê guftûgo dibin, ji bo da ku miletê me ji asimlesiyonê bidûr bikeve, zimanê dayikê biparêze, dîroka gelê xwe nas bike û bi welatê bav û kalan ve bê girêdan.”
S. B