"Piştevaniya Amerîka Ebadî lawaz kiriye"

Ehmed Ebyed: Ebadî bihêztirîn berbijarê serokwezîriyê bû, lê niha bi sedema piştevaniya Amerîka, ew nema ji aliyê Iraqiyan ve tê qebûlkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şirovekarekî siyasî Iraqî (Ehmed Ebyed) ragihand, ku piştevaniya Amerîka ji Ebadî re û rijdbûna wî welatî li ser wê yekê, ku Ebadî dubare postê serokwezîriyê werbigire, hiştiye ku helwesta wî lawaz bibe.

Ehmed Ebyed diyar kir, ku Ebadî balkişandiye ser piştevaniya Amerîka ji bo dubare wergirtina postê serokwezîr, vê yekê jî pêgeha Ebadî lawaztir kiriye û di beramberî wî de, hêzên Iraqî piştgiriya wan kesatiyan dikin, ku ji aliyê xelkê Iraqê tên piştevanîkirin.

Ebyed tekez kir, ku Ebadî bihêztirîn berbijarê serokwezîriyê bû, lê niha bi sedema piştevaniya Amerîka, ew nema ji aliyê Iraqiyan ve tê qebûlkirin û dibe ku wergirtina wî postî ji aliyê Ebadî ve zehmet bûbe.

N.O