Bazara Qeyserî ya Hewlêrê hat şewitandin

Şeva bûrî agir bi bazara Qeyserî ya bajarê Hewlêrê ket û li gor bînerekî jî piraniya dikanên wê bazarê hatine şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî agir bi bazara Qeyserî ya bajarê Hewlêrê ket û li gor bînerekî jî piraniya dikanên wê bazarê hatine şewitandin.

Bînerekî li cihê bûyerê ji K24ê re got: “Bûyer ji encama şortê kehrebê bû. Her çend e tîmên berevaniya şaristanî zû gihîştin cihê agir, lê ji ber ku piraniya dikanan a cil û bergan in, agir bi zû belav bû. Ew bazar ku ji 300 dikan pêk tê, agir bi hemû dikanan ket.”

 

 

Ta niha raporta berevaniya şaristanî derbarê wê bûyerê de nehatiye belavkirin û ziyanên madî nehatine aşkerekirin, lê bînerekî amaje bi wê dike, ziyaneke mezin ji encama wî agirî bûye û ziyan gihîştiye hemû dikanan.”

 

Fly Erbil Advertisment