Sîpan Hemo: YPG amade ye li başûrê Sûriyê şerê DAIŞê bike
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand, YPG amade ye şerê DAIŞê li bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand, YPG amade ye şerê DAIŞê li bajarê Siwêdayê bike.
Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ji rojnameya “aawsat” re ragihand, êrîşa hatiye ser Diriziyan wek ya hatiye serê xelkê me yê Kobanê û Efrînê ye, bo parastina pêkhateya Diriziyan, YPG amade ye biçe Siwêdayê û şerê DAIŞê bike.
Ev daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê YPGê di demekê de tên, artêşa Sûriyê amadekariya êrîşa li ser parêzgeha Siwêdayê dike, Sîpan Hemo jî hevkariya YPGê bo wê operasyonê pêşkêş dike. Bi gotina Hemo şervanên YPGê di şerê li dijî DAIŞê de xwedî ezmûn in û gelek serkeftin li dijî wan tomar kirine.
Roja 26ê vê mehê çekdarên DAIŞê êrîşî ser parêzgeha Siwêdayê kir û teqînek li bazareke bajarê Siwêdê pêk anîbûn, di encamê de nêzîkî 250 kesî hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Herwiha êrîşî gundên Şirêhî, Şebkî û Ramî yên wê parêzgehê kiribû û 13 jin û zarokan revandibûn.
Derbarê operasyona kontrolkirina Idlibê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve û daxuyaniyên berpirsên PYD û TEV-DEMê ku ragihandibûn ew amade ne beşdarî wê operasyonê bibin, Fermandarê Giştî yê YPGê got: “Em ti planeke zelal bo çi karekî leşkerî bo Idlibê nabînim, da ku pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.”
Li ser rewşa Efrînê jî Sîpan Hemo got, operasyonên YPGê yên leşkerî li Efrînê berdewam in û roj bo rojê dê zêde bibin.
S. B