Êrîşî balyozê Amerîka hat kirin
Li navçeya Mihemedpûr a bajarê Deka paytexta Bengiladiş, hejmarekê ji çekdarên nenaskirî êrîşî otomobêleke balyozxaneya Amerîkî kirin, ku xanima balyoz, Marsya Brnikati têde bû.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyekê de, balyozxaneya Amerîka li Bengiladiş ragihand, ku li navçeya Mihemedpûr a bajarê Deka paytexta wî welatî, hejmarekê ji çekdarên nenaskirî êrîşî otomobêleke balyozxaneyê kirin, ku xanima balyoz, Marsya Brnikati têde bû.
Ajansa (Blomberg) a nûçeyan belav kiriye, ku Brnîkat û hejmarek ji pasewanên wê, karîn ji navçeya Mihemedpûr derkevin bêyî ku ti ziyan li wan bibe.
Di daxuyaniya balyozxaneya Amerîkî de hatiye, ku wan çekdaran bi matorsîkilan êrîşa xwe encam dane.
N.O