Can Polat daxuyaniyên Sîpan Hemo serast dike
Nûnerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de radigihîne, karê pêşîne ya YPGê niha rizgarkirina Efrînê ye, ne ku devereke din e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de radigihîne, karê pêşîne ya YPGê niha rizgarkirina Efrînê ye, ne ku devereke din e.
Fermandarê di YPGê de û Nûnerê wê di Hevpeymaniya Navdewletî de Can Polat derbarê daxuyaniyên Fermandariya Giştî ya YPGê ya çûna Siwêdayê de li hejmara xwe ya tûra civakî Twitterê nisîvî, “Wek YPG, YPJ û HSDê rizgarkirina Efrînê karê wan yê pêşîne ye.
Can Polat nivîsandiye: “Efrîn berî her tiştekî ye. Derxistina teroristan ji Efrînê û vegerandina xelkê wê ser mal û milkên wan di serê karnameya wan de ye. Herwiha Efrîn mercê sereke ye di her hevdîtin û hevtêgihêştineke wan bi her aliyekî din re ye.”
Ev daxuyaniya Nûnerê YPGê di Hevpeymaniya Navdewletî de piştî wê yekê tê, duh Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihandibû, ji bo parastina pêkhateya Diriziyan, YPG amade ye biçe bajarê Siwêdayê (Başûrê Sûriyê) û şerê DAIŞê bike.
Herwiha ev daxuyaniya Sîpan Hemo gelek karvedan li dû xwe anîn û cihê nerazîbûna çalakvanên Kurd, ku li tûra civakî nivîsîn: “Berî YPG biçe Siwêdayê rizgar bike, Efrîn hîna ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve dagîrkirî ye.”
نحنُ كقوات(SDF YPG YPJ) نضع نصب أعيننا و على رأس أولوياتنا عملية تحرير عفرين، عفرين أولاً و عفرين فوق كل اعتبار آخر. تحرير عفرين و طرد الغزاة المحتلين الارهابيين منها و اعادة أهلها إليها سيكون على رأس جدول اعمالنا و الشرط الرئيسي لكل لقاءاتنا و تفاهماتنا و مساعينا مع أي طرف آخر.
— بولات جان Polat Can (@PolatCanRojava) August 5, 2018
S. B