Amerîka beşê yekem yê sizayan li Îranê disepîne

Wezîrê Derve yê Amerîka rijd e sizayan li ser Îranê bisepîne, ta hikûmeta Îranê roftarên xwe diguhêre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka rijd e sizayan li ser Îranê bisepîne, ta hikûmeta Îranê roftarên xwe diguhêre.

Li gor nûçeya “associated press”, dema Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ji geşta xwe ya bo Asyayê vegeriya Amerîka ragihand: “Em hêvîdar in riyekê bibînin ta ber bi pêş ve biçin, lê dibê Îran guhartineke mezin di riftarên xwe de bike. Ev daxwaza me jî gelekî asan e.”

Pompeo got jî: “Ta niha ti belgeyek nîn e ku rêjîma Îranê riftarên xwe guhartine. Em sizayan bi ser de disepînin.”

Amerîka Îranê tometbar dike ku piştevaniyê terorê dike û hejmûna xwe li welatên Rojhilata Navîn zêde û berfereh dike. Li hemberê jî Îran vê yekê rast nabîne û red dike.  

Amerîka beşê yekem yê sizayên xwe li ser Îranê ji sibe 7ê Tebaxê de disepîne û derbarê vê yekê de biryar e Koşka Spî ronîkirinekê belav bike.

Bi egera başnebûna pêwendiyên her du welatan, Washington beşê duyem yê sizayan di meha Mijdara bê de disepîne, ew jî taybet e bi qedexekirina kirîna petrola Îranê ye.

 

S. B