Ziyanên şewata bazara Hewlêrê tên texmînkirin

Hin dukandar hene dibêjin bi 5 hezar Dolar ziyan li wan bûye û hin jî dibêjin bi 50 hezar Dolar ziyan li wan bûye, hin kesên din jî behsa 100 hezar Dolar ziyan dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Qayimqamê Navenda Hewlêrê (Nebez Ebdilhemîd) ji Kurdistan24ê re ragihand, komîteyek ji bo lêkolînê di bûyera agirê bazara Hewlêrê de hatiye pêkanîn.

Nebez Ebdilhemîd diyar kir, piştî rapora komîteyê derkeve, wê biryar li ser man an nemana dukandaran li nav bazarê bê dayin.

Derbarê ziyanên wî agirî, Ebdilhemîd got: Niha em nikarin ziyanan bi hûrbînî destnîşan bikin, lê tiştê diyar e, 110 dukan û komgeh di nav wê bazarê de hene û piraniya wan şewitîne, hin dukandar hene dibêjin bi 5 hezar Dolar ziyan li wan bûye û hin jî dibêjin bi 50 hezar Dolar ziyan li wan bûye, hin kesên din jî behsa 100 hezar Dolar ziyan dikin, lê emê li bendî rapora aliyên pêwendîdar bin, daku em bihûrbînî ziyanan eşkere bikin.

Şeva 4/8/2018an, agir bi bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket, ku di encamê de ziyaneke mezin li dukandaran hat û heya niha rapora ziyanên wî agirî bi fermî nehatiye ragihandin.

N.O