Birayê Ocelan daxwaza serhildanê dike
Mihemed Ocelan: Divê gelê Kurd bilez serhildanê bike û ger îro neke, sibe gellekî dereng dibe, baca vê yekê jî çi be ezê bidim û nabe em ji bacê bitirsin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Birayê rêberê zindankirî yê Partiya Karkirên Kurdistanê (Ebdella Ocelan), beramberî goşegiyê li ser birayê wî di zindana Îmralî de, daxwaza dike û li dijî goşegiriya li ser Ocelan serhildan bê kirin.
Mihemed Ocelan, birayê Ebdella Ocelan, di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Mezopotamya ragihand, ku pêwîst e siyasetvan fişaran li ser goşegiriya Îmralî bêtir bikin û gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têkoşînê bikin, da goşegiriyê ji ser Îmraliyê rakin.
Got jî: Nayê qebûlkirin ku li derveyê rojevê serderî li gel Ebdella Ocelan bêkirin, beramberî ew goşegiriya li ser Îmralî heye, divê gelê Kurd bilez serhildanê bike û ger îro neke, sibe gellekî dereng dibe, baca vê yekê jî çi be ezê bidim û nabe em ji bacê bitirsin.
Mihemed Ocelan diyar kir, ku mezintirîn kêşe li Rojhilata Navîn a gelê Kurd e, ji bo ku rola Ocelan di çarekirina kêşeyan de hebe, divê rewşa Îmralî baştir bibe.
Ebdella Ocelan, di 15 Sibata 1999an de, di piroseyeke hewalgirî de, li welatê Kînya hat girtin û bi firokeyeke Tirkî taybet ji bo Enqerê hat veguhestin û li girava Îmraliyê hat zindanîkirin.
N.O