Amerîka: Em piştevaniya xwepêşanderên Îranê dikin

Mike Pompeo: Amerîka ji bikaranîna tundiyê ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve, li dijî xwepêşanderan dilgiran bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerîka, Mike Pompeo li ser Twitter a xwe nivîsiye: Amerîka ji bikaranîna tundiyê ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve, li dijî xwepêşanderan dilgiran bûye.

Mike Pompeo dibêje: Amerîka piştevaniya xwepêşandan û daxwazên xelkê Îranê, li dijî giranî û gendeliyê li wî welatî dike.

Ev bû bêtirî hefteyekê xwepêşandan li bajarên Îranê dubare destpê kirine û heya niha hejmarek berbiçav ji xwepêşanderan hatine girtin, duh jî dezgeha dadweriya Îranê li Kerec kuştina xwepêşanderekî bi gulleyên hêzên ewlehiya îranê piştrast kir.

Herwiha wezîrê derve yê Amrîka diyar kir, ku Amerîka wê bi tundî sizayan li ser Îranê bicî bike, tekez jî kir, ku Îran nema kare Dolarên Amerîkî bikirre.

Pompeo got jî: Sizayên vê carê yên Amerîka kerta pîşesaziya Îranê jî li xwe digire bi taybetî pîşesaziya mûkêt û merşan.

N.O