Amerîka: Îran li ser piştevanîkirina terorê li navçeyê berdewam e
Serokê Amerîka Donald Trump, li ser yasaya sepandina sizayên nû li dijî Îranê îmze kir û ragihand, ku ew amade ye rêketineke nû li gel Taranê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump, li ser yasaya sepandina sizayên nû li dijî Îranê îmze kir û ragihand, ku ew amade ye rêketineke nû li gel Taranê bike.
Îdara Amerîkî ragihand, ku Îran li ser piştevanîkirina terorê li navçeyê û çêkirina tevliheviyê li Rojhilata Navîn berdewam e.
Diyar jî kir, ku sizayên nû bizaveke bihêz in ji bo qelskirina Îranê û biryar e sibe ji demjimêr 4ê sibehê ve ew sizayana bikevin warê bicîkirinê de.
Herwiha Îdara Amerîkî tekez kir, ku wan bereyek ji 20 welatan pêk aniye, daku armanca sizayan biser bixin û ewê bizavan bikin, daku perpêdanê ji ser Îranê bibirrin.
Derbarê xwepêşandanên xelkê Îranê û bandora wan sizayan li ser welatiyan, Hikûmeta Amerîkî tekez kir, ku piştevaniya maf û daxwazên gelê Îranê dike.
N.O