Israîl bi sizadana Îranê dilxweş e

Benjamin Netanyahu: Ez sipasiya Serok Trump û Îdara Amerîkî dikim, ji bo derxistina biryara sepandina sizayan li ser Îranê. Ev kêlîkeke giring e ji bo Israîl, Amerîka û tevahiya cîhanê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Duh Serokê Amerîka Donald Trump, biryara sepandina sizayan li ser Îranê îmze kir û Israîl pêşwazî li wê yekê kir.

Sizayên vê carê yên Amerîka gellekî tund in û ji bilî danîna dorpêçê li ser barizganiya petrolê û enerciyê û qedexekirina firotina Dolarê Amerîkî ji Îranê re, gellek kertên din ên bazirganî û pîşesaziya Îranê ketine ber sizadanê.

Derbarê biryara Trump, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu li ser Twitter a xwe nivîsiye: Ez sipasiya Serok Trump û Îdara Amerîkî dikim, ji bo derxistina biryara sepandina sizayan li ser Îranê. Ev kêlîkeke giring e ji bo Israîl, Amerîka û tevahiya cîhanê.

Li aliyekî din jî, biryara Trump ni bi dilê welatên Ewropa ye, Yekîtiya Ewropa rijd in ku li dijî biryara sizadana Îranê rawestin.

Ji aliyê xwe ve, Amerîka rijd e, li ser sepandina wan sizayan û ji destwerdana Îranê di karên welatên navçeyê de nerazî ye û dixwaze bi riya wan sizayan, fişareke mezin li ser Îranê çêke, daku Taran mercên Amerîka bipejirîne û tovkirina Yuranum û pêşxistina mûşekan û destwerdanê di karên welatên navçeyê de rawestîne.

N.O