Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kongirê "Pêşmerge" lidar dixe
Kongirê heştem di bin navnîşana "Pêşmerge" de tê lidarxistin, ew jî wek rêzgirtin li xebat û qurbanîdana Pêşmerge, di parastina ax û xelkê Kurdistanê de.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro 7/8/2018 Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê bi çavdêrî û amadebûna Serok Mesûd Barzanî, heştemîn kongirê xwe lidar xist.
Di kongir de 260 endam ji tevahiya navçeyên Kurdistanê beşdar in û biryar e di dawiya kongir de, sikirtêr û desteyeke nû ji bo rêvebirina Yekîtiyê bê hilbijartin.
Kongirê heştem di bin navnîşana "Pêşmerge" de tê lidarxistin, ew jî wek rêzgirtin li xebat û qurbanîdana Pêşmerge, di parastina ax û xelkê Kurdistanê de.
Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê sala 1953yan hat damezirandin, ev jî heştemîn kongirê wê yekîtiyê ye û bi riya kongir sikirtêr û desteya rêvebirinê tê hilbijartin.
Sikirtêrê Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê (Teymûr Teymûr Ebdella) di gotina xwe de, behsa dîroka 65 salî ya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kir û got: Xebata Netewî û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê ji armancên Yekîtiyê bû û Yekîtiya wan beşek ji şoreş û berevaniyê û rûbirûbûna dijminên gelê Kurdistanê bû.
N.O