Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartinên Perlemana Kurdistan di dema xwe de tên kirin

Nêçîrvan Barzanî: Em di wê baweriyê de ne, piştî pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, emê karibin baştir kêşeyan li gel Bexdayê çare bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di kongirekî rojnamevanî de, naveroka civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanî ragihand û got: Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku pêwîst e hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.

Got jî: Brett MecGork ti axaftinek derbarê paşxistina hilbijartinan li gel me nekiriye.

Derbarê beşdarîkirina Kurdan di Hikûmeta nû ya Iraqê de, Nêçîrvan Barzanî got: Heya niha gotûbêjên ciddî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê destpê nekirine, lê giring e ku aliyên Kurdistanî pêkve beşdarî piroseyê bikin.

Di bersiva xwe de li ser pirseke peyamnêrê Kurdistan24ê derbarê dawîn civîn di nav herdu polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de û pirsa paşxistina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got: Me li gel YNK civîneke baş lidar xist, wek PDK, em li gel in ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin, ti aliyekî din jî bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye.

Derbarê dawîn civîna wî li gel serokwezrê Iraqê Heyder Ebadî, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku pêwendiya wê civînê bêtir bi pirsan re hebû, yên di nav Hewlêr û Bexdayê de ne û got: Em di wê baweriyê de ne, piştî pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, emê karibin baştir kêşeyan li gel Bexdayê çare bikin.

N.O