Îsraîl: Îran li Sûriyê alîkariyê hêzên Kurdî dike

Îsraîl radigihîne ku Îran alîkariyên teroristî pêşkêşî çend hêz û mîlîşyayan dike, di nava wan hêzan de jî hêzên Kurdî li Sûriyê, mîlîşyayên Şîe li Iraqêû Hizbulaha Libnanî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îsraîl radigihîne ku Îran alîkariyên teroristî pêşkêşî çend hêz û mîlîşyayan dike, di nava wan hêzan de jî hêzên Kurdî li Sûriyê, mîlîşyayên Şîe li Iraqêû Hizbulaha Libnanî hene.

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman serdana bilindahiyên Colanê kir û di gotarekê de ragihand, rêkeftina atomî ya bi Îranê re hîşt ku bi milyaran Dolar ji Îranê re biçin, lê Îran ew pere ji bo alîkariya grûpên teroristî terxan kirin.

Avigdor Lieberman got jî: “Divê cîhan ji wê têbigihe ku rêkeftina otomî ya Îranê, bi milyonan Dolar xistiye ber destê rêjîma Ayetulah ku ji bo gelê Îranê nayê xerckirin, belkû ji bo terorê bikar tîne. Salane nêzîkî 2 Milyar û 500 milyon Dolar pere dide hêzên Kurdî li Sûriyê, Hizbulaha Libnanî, mîlîşyayên Şîe li Iraq û mîlîşyayên Hosiyan li Yemenê û Hemas û cîhada Îslamî.”

Îsraîl ku bi tundî li dijî mana Îranê li Sûriyê ye, gelek caran navend û binkeyên hêzên Îranî li Sûriyê bombebaran kirine.  

Hêzên Kurdî li Sûriyê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye û hevpeymanê sereke ya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî  ya li dijî DAIŞê de ye û gelek alîkariyên leşkerî û darayî bo şerê li dijî terorê jê wergirtiye.

Ev cara yekem e Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman dibêje ku Îranê alîkariya hêzên Kurdî li Sûriyê dike.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment