Diriziyên Siwêdayê spasiya YPG û HSDê dikin

Serokatiya Olî ya Diriziyên Çiyayê Ereban li Siwêdayê di peyamekê de spasiya YPG û HSDê kir û ragihand, “Ev helwesta we ya piştgîriyê bo xelkê Siwêdayê cihê kêfxweşiya me ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Olî ya Diriziyên Çiyayê Ereban li Siwêdayê di peyamekê de spasiya YPG û HSDê kir û ragihand, “Ev helwesta we ya piştgîriyê bo xelkê Siwêdayê cihê şanaziyê ye.”

Serokatiya Olî ya Diriziyan li bajarê Siwêdayê ya li başûrê Sûriyê nameyek arasteyî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û spasiya helwesta wan kir, ku piştgîriya Diriziyên Siwêdayê kirin, dema DAIŞê êrîşî ser wê parêzgehê kir û hejmarek ji jin û zarokên Diriziyan revandin.

Di beşek din a peyamê de, Serokatiya Olî ya Diriziyan piştgîriya xwe bo Efrînê nîşan dan û got: “Em bi hêvî ne ku Efrîn ji Tirkiyeya xirab ya ku nexweşî û dijminatî ji me re hîştiye, bê rizgarkirin.”

Roja 26ê vê mehê çekdarên DAIŞê teqînek li bazareke bajarê Siwêdê pêk anîbûn, di encamê de nêzîkî 250 kesî hatin kuştin bi dehan kes birîndar bûn. Heriwiha êrîşî ser gundên Diriziyan kirin û hejmarek jin û zarok revandibûn.

Berî du rojan Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihandibû, ji bo parastina pêkhateya Diriziyan, YPG amade ye biçe bajarê Siwêdayê (Başûrê Sûriyê) û şerê DAIŞê bike.

Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihandibû, ew amade ne dîlên DAIŞê yên di destê wan de ne bi jin û zarokên Siwêdayê yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, biguhêrin.

 

S. B