Encamên destjimêriya dengan tên ragihandin

Li gorî pêşbîniyan, ji bilî encamên herdu parêzgehên Enbar û Selahedîn, ti guhertinek di encamên niha û yên berê de tine ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Biryar e îro, encamên bi dest jimartina dengên hilbijartinên Perlemana Iraq bên ragihandin, ku di meha Gulanê de hatin encamdan.

Li gorî pêşbîniyan, ji bilî encamên herdu parêzgehên Enbar û Selahedîn, ti guhertinek di encamên niha û yên berê de tine ye.

Serkirde di Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî de, (Neîm Ebûdî) diyar kir, ku piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan, wê hevpeymaniya wan gotûbêj û danûstendinan zêdetir bikin.

Hilbijartinên Perlemana Iraqê di 12/5/2018an de hatin kirin, piştî ragihandina encaman, hejmarek ji aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, encam red kirin û nerazîbûna xwe li ser piroseya jimartina eliktironî ji dengan re dan xuyakirin, di encamê de, Encûmena Dadweriyê ji bo lêkolînê di vê pirsê de hat pêkanîn û biryar hat stendin, ku ew sindoqên gilî li ser wan haine tomarkirin, bi dest bên jimartin.

N.O