Trump ji Îranê re: Emê dijwartirîn siza li ser we bisepînin

Trump: Di Mijdara dahatî de, wê dorpêçên li ser Îranê têkevin qunaxeke dijwartir. Her kesek bazirganiyê li gel Îranê bike, Amerîka nema bazirganiyê li gel wî dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump, ragihand ku pêwîst e dijwartirîn siza û dorpêç li ser Îranê bê sepandin.

Duh Donald Trump yasaya sepandina sizayan li ser Îran îmze kir û îro dawîn helwesta xwe li ser wê biryarê ragihand.

Trump li ser Twitter a xwe nivîsiyê: Dorpêçên li ser Îranê bi fermî hatine çespandin. Ev dijwartirîn dorpêç in ku heya niha hatine sepandin.

Herwiha dibêje: Di Mijdara dahatî de, wê dorpêçên li ser Îranê têkevin qunaxeke dijwartir. Her kesek bazirganiyê li gel Îranê bike, Amerîka nema bazirganiyê li gel wî dike. Tenê ez aştiya cîhanî dixwazim ne tiştekî din.

Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump biryara sepandina sizayan li dijî Îranê îmze kir, duh serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ku Amerîka dixwaze bi van sizayan bandorê li ser gelê Îranê bike û dixwaze tevliheviyê li welat çêbike.

Hesen Rûhanî diyar kir, ku Amerîka nekarî welatên Ewropa li ser dijatiya Îranê razî bike û got: Trump xwe ji danûstendinan vedidize û piştî sepandina sizayan, danûstendin bên kirin jî wê bê mifa bin.

Rûhanî zelal kir, ku daxuyaniyên Trump derbarê amadebûna wî ji danûstendinan re li gel Îranê, tenê şerekî derûnî ye û got: Baweriya me bi Amerîka nayê.

N.O