Li 54 gundên Şirnexê qedexe hat ragihandin
Li 54 gundên bajarokê Elkê yê ser bi Şirnexê ve derketina derva hate qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li 54 gundên bajarokê Elkê yê ser bi Şirnexê ve derketina derva hate qedexekirin.
Parêzgeriya Şirnexê li 54 gundên bajarokê Elkê wekî Herêma Ewlekariyê yên Taybet ragihand û fermana parêzgeriyê dê heta 15 rojan berdewam bike.
Hat zanîn qedexeya derketina derve di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de hatiye ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê roja 25ê Tîrmehê li 7 herêman navçeya Basan qedexe ragihand. Li gor fermana parêzgariyê jî biryar e ew qedexe îro 8'ê Tebaxê bi dawî bibe.
S. B