YPG: Xwedîderketina li Siwêdayê erkekî nişitmanî ye
Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd ji Kurdistan 24 dide zanîn, destpêşxeriya wan di çarçova perensîp û rêbazên mirovahiyê de tê.
K24 – Qamişlo
Derbarê destpêşxeriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ewê dîlên DAIŞê yên di destê wan de ne, bi jin û zarokên Siwêdayê yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin biguhêrin, Peyvedarê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, ji Kurdistan 24 dide zanîn, destpêşxeriya wan di çarçova perensîp û rêbazên mirovahiyê de tê.
Piştî ku DAIŞê hejmarek ji xelkên parêzgeha Siwêdayê dîl girtin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew amade ne dîlên DAIŞê yên di destê wan de ne, bi jin û zarokên Siwêdayê yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, biguhêrin. Peyvedarê fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd da zanîn ku ew hêzeke niştimanî ne û ew amade ne ku herdem parastina xelkê Sûriyê bikin. Herwiha diyar dike ku ev destpêşxeriya wan ji perensîp û rêbazên mirovahiyê tê.
Peyvdarê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd ji K24ê re wiha axivî: “Xwedîderketina li Siwêdayê, wek erkekî nişitmanî û exlaqî dibînin. Li hember vê daxuyaniyên kesayetin rohanî yên Diriziyên Siwêdayê hatin derkirin, ev jî li cem binirx in.”
Hin çalkvanên sivîl li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku ji destpêka avakirina Hêzên Sûriya Demoqrat û ta nuha ew hêz xwe wek hêzeke Sûrî didin naskirin û destpêşxeriya wan di wê çarçoveyê de tê. Herwiha diyar dikin ku eger ev destpêşxerî encam da, wê cara yekemîn be ku berdêliyên bi vî rengî li Sûriyê têne encamdan.
Çalakvanê sivîl Osama Ehmed dibêje: “Tiştê cuda di vê destpêşxeriyê de ew e, ku cara pêşî hêzeke leşkerî pevguhartinê bi kesên sivîl bike, ku ne ji taîfe û netewa wê bike û ne jî di cihê ku tê de şer dike de. Piraniya pevguhartinên ku li Sûriyê dibûn, di navbera kesên leşker de dihatin kirin.”
Di 25 Tîrmeha bûrî de DAIŞê êrîşî bajarê Siweydayê û Diriziyan kir, di encama wê de 53 kes hatibûn kuştin û nêzî 35 welatiyan ji gundê el-Şebkî hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Serokatiya Olî ya Diriziyan li bajarê Siwêdayê jî li hember vê helwesta Yekîneyên Parastina Gel (YPG) spasiya YPGê kir ku piştgîriya Diriziyên Siwêdayê kir.