Amnesty: Tirkiyê di ber binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrîn de berpirs e

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raporteke xwe de dibêje, Tirkiye li Efrînê hêzeke dagîrker e û ew di ber parastina jiyana welatiyan berpirsyar e û divê pabendî yasayên navdewletî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raporteke xwe de dibêje, Tirkiye li Efrînê hêzeke dagîrker e û ew di ber parastina jiyana welatiyan berpirsyar e û divê pabendî yasayên navdewletî bibe.

Amnesty şeva bûrî raportek derbarê binpêkirinên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li Efrînê de belav kir û diyar kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrîşî Efrînê kirin, di encama wê de bi hezaran welatî bi neçarî koçberî deverên nêzîkî Efrînê û devera Şehbayê bûn, ku di rewşeke xirab de dijîn.

Amnesty ku raporta xwe bi hevdîtina ligel 32 kesên di nava Efrînê de piştrast kiriye dibêje, grûpên wek Firqeya 55, Cebhe el-Şamiyê, Feyleq el-Şam, grûpa Sultan Murad û Ehrar el-Şamiyê ve binpêkirinên mafên mirovan ên metirsîdar li nava Efrînê encam didin.

Amnesty di raporta xwe de amaje bi girtin û revandina 86 welatiyên Efrînê kiriye, ku bi sedema standina pereyan ji wan, yan jî wan welatiyan daxwaza vegerandina kelûpelên ku hatine dizîn kirine, li ser ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.

Herwiha behsa girtina dibistanên Efrînê kiriye, ku artêşa Tirkiyê wan grûpên çekdar ve ew ji xwe re kirine binkeyên leşkerî û tenê yek dibistan li Efrînê vekirî ye.

Rêvebira Lêkolînên di Bernameya Rojhilata Navîn a Amnesty Lîn Malûf got, ji encama êrîş û dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re, êş û azara xelkê Efrînê zêde bû û me çêrokên metirsîdar li ser girtin, eşkencekirin û windabûna xelkê li ser destê grûpên çekdar bihîştin.”

Ji aliyekî din ve, Amnesty di raporta xwe de hikûmeta Sûriyê û YPGê jî bi binpêkirinên mafên mirovan tometbar kiriye, ku hikûmeta Sûriyê rê nade derbiderên Efrînê vegerin Efrînê. Herwiha rê nade kesên nexweş bo wergirtina çareseriyên bijîşkî biçin Helebê û ji koma 300 nexweşî tenê rê daye 50 nexweşî.

Amnesty YPG jî bi zêdekirina azarên derbiderên Efrînê tometbar kiriye, ku riya di navbera Efrîn û devera Şehbayê de girtiye û rê nade derbider vegerin Efrînê.

Di rapotê de Amnesty dibêje, Tirkiye çavê xwe ji wan binpêkirinan girtiye û divê di zûtirîn dem de wan kiryaran rawestîne.

   

S. B